Li devera Makû du pasdarên Îranê hatin kuştin

her du leşkerên kuştî Efserê artêşa Îranê ne

Li devera Makû ya Rojhilatê Kurdistanê du pasdarên Îranê hatin kuştin.

Çavkaniyên nêzîkî sipaha pasdarên Îranê dane zanîn, derengiya şeva borî li nêzîkî bajarê Makû û li ser sînorê Îran û Tirkiyê, di navbera pasdaran û komek çekdar de şer derket.

Li gorî agahiyan, di wî şerî de du pasdar hatin kuştin û yek jî birîndar bû.

Navê yek ji wan pasdarên ku hatine kuştin, Nasir Mehdîzade û navê yê din jî Nasir Serverî bûye û her du jî efser bûne.