Ti kêşeyek di navbera Siûdiye û Îsraîlê de nîne

dibêje neyarê me yê hevpar Îran e

Rojnamenivîsa navdar ya Siûdî Sekîne Mişêxis di daxuyaniyekê de bo kanala Mekan ya Îsraîlî ragihand ku ti kêşeyeke siyasî di navbera Îsraîl û Siûdiyeyê de nîne û têkiliyên navbera wan gelek başin.

Sekîne Mişêxis herwiha eşkere kir ku Îsraîl, Siûdiye û hin welatên kendavê baş dizanin ku neyarê wan yê serekî Îrane jiber ku Îran yanê hizbulah û husî ku niha li deverê bûne metirsiya herî girîng bo ser ewlekariya wan welatan.

Derbarê serdana rojnamegerên Siûdî bo Îsraîlê nav hatî diyar kiriye ku ev rojnameger karekî gelek baş kirine û derfeteke baş bo wan bûye daku bikaribin ji nêz ve Îsraîl bibînin û ez jî dixwazim serdana Îsraîlê bikim.