Li Amerîka di encama êrîşekê de 7 kesan canê xwe ji dest da

duhê jî 22 kesên din hatibûn kuştin

Li eyaleta Ohioyê ya Amerîka bûyereke teqekirinê çêbû û li gor zanyariyên destpêkê behsa kuştin  7 kesan û birîndarbûna hejmarek kes dikin.

Li gor medyaya Amerîkayê bajarê Dayton ê eyaleta Ohioyê ya Amerîkayê bûyereke teqekirinê rûda ku ev di demekê de ye duh di rûdaneke teqekirinê de li bajarê El Paso yê Teksasa Amerîka, 20 kes hatin kuştin û 40 kes jî birîndar bûn.

Medyaya xwecihî ragihand ku di encama êrişê de 7 kesan canê xwe ji dest daye û 24 kesên din jî birîndar bûne.

Li gor medyaya xwecihî polîsên Daytonê êrişkerê bûyerê kuştine.

Weke tê zanîn duhê jî li Teksas bûyreke din yê êrîş kirinê pêkhatibû û di encam de 22 kesên din canê xwe ji dest dabûn.