NY: Zêdetir ji 3 hezar welatiyên sivîl hatine kuştin

di nava 6 mehan de hatine kuştin

Neteweyên Yekbûyî duhê sêşemê ragihand ku di nîva yekê ya sala 2019’an de, herî kêm 3,812 sivîlên Afxanî di encama şerên navbera grubên leşkerî de hatine kuştin û birîndar kirin.

Mîsyona Alîkarî ya Neteweyên Yekbûyî li Afxanistanê got ku êrîşên bejeyî û pevçûn bûne sedemên herî mezin yên kuştina sivîlan û herwiha êrîşêb bombeyî û êrîşên esman jî sedemên din yên girîng in.

Di hejmarên îsal de bilindbûneke berbiçav xuya dibe ku sivîl dibin armanca êrîşên hêzên hikûmetê û yên bîyanî.

Hejmarên nû di vê demê de tên eşkere kirin ku bo qedandina şerê 18 salan, danûstandinên di navbera Talîbanê û Amerîka de didomin û Washington dike armanc ku heta 1’ê Îlonê bigiheje rêketinekê.

Raport dide zanîn ku ji nav qurbanîyên sivîl de herî kêm 144 jin û 327 zarok hene û li seranser Afxanistanê pirtir ji 1,000 jin û zarok jî birîndar bûne.

Voa