Trump: Zehmete li gel Îranê rêkeftin îmze bikim

dibêje rewş her diçe ber bi aloztir bûnê ve diçe

Serokê Amerîkayê Donald Trump di hevdîtineke xwe ya li gel mediyakaran ya li Koşka Spî derbarê Îranê de axevî û got: Bo min gelek zehmete ku li gel Îranê rêkeftinek îmze bikim jiber ku rewş gelek xirabtir bûye.

Trump herwiha eşkere kiriye ku niha rewşa heyî gelek bi asanî ber bi xirabtirbûnê ve diçe jiber ku aloziyê navbera Îran û welatên Rojavayî her ku diçe zêdetir û kûrtir dibin.

Trump herwiha bersifa îdaya Îranê da ku gotibû 17 sîxûrên CIA girtine, Trump diyar kir ku ti karmendekî me ji aliyê Îranê ve nehatiye girtin.