Artêşa Tirkiye û cîhadî xwe bo operasiyonê amade dikin

hêzeke gelek zêde li deverê kom kiriye

Li gor jêderên taybetî ji Rojavayê Kurdistanê ev demeke ku artêşa Tirkiye û cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê xwe bo êrîşeke leşkerî ya berfire bo ser Rojavayê Kurdistanê li devera Minbic û Girê Spî amade kirine.

Jêder behsa vê yekê dikin ku artêşa Tirkiyeyê û cîhadî hêzeke gelek zêde şandine Bakûrê Minbicê û li deverê mevzî bo xwe amade kirine.

Herwiha li devera Girê Spî jî artêşa Tirkiyeyê dîwara betunî yaku di navbera sînorên Rojava û Bakûrê Kurdistanê de çê kiribû hilweşandiye û amûrên leşkerî û cê kirina rêyan dişîne nava xaka Rojavayê Kurdistanê.