Nêçîrvan Barzanî: Asayiş û hêzên antî terorê Kurdistanê û welatiyên me parastine

dibêje aramî û ewlekariya Kurdistanê hertim parastî dibe

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî girtina du girtina tometbarên êrîşa li Hewlêrê peyamek belav kir û tê de ragihand ku hewla serekî ya desthilata Herêma Kurdistanê li ser girtina tawanbaran û hevkarên wan bû û dê wiha be jî. Nêçîrvan Barzanî herwiha got: “Asayiş û Dije-Terorê li gor şiyanên xwe Herêma Kurdistanê û hemwelatiyên me parastine.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamek de ji bo destgîrkirina tawanbarê serekî û hevkarê êrişa roja 17.07.2019 ya teqekirina li xwaringeheke Hewlêrê, destxweşiyê li hêzên Asayîş û Dije Terora Herêma Kurdistanê kir û dibêje: “Hêza Asayîş û Dije Terora Kurdistanê serkeftiyane karîn tawanbarê serekî û hevkarekî karê terorîstiya roja 17ê Tîrmeha 2019ê ya teqekirina li xwaringeheke Hewlêrê destgîr bikin ku cihê daxê bû li wê rûdana terorîstiyê de dîplomatekî Tirkiye û dû hemwelatiyên Herêma Kurdistanê canê xwe ji dest dan.”

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de dibêje: “Serkeftina hêza Asayîş û Dije Teror li erkê xwe yê serekî de, dilsoziya van hêzane ku kar û parastina Herêma Kurdistanê û hemwelatiyan piştrast dike. Diyar e piştî rûdaneke wiha nexweş û tirsnokane, tekeziya serekî ya desthilata Herêma Kurdistanê li ser destgîrkirina tawanbaran û hevkarên wan bû û di vê destkefta serkeftiyaneya hêzên Asayîş û Dije Terorê li wê de bûye ku herdem karîne hewlên terorîstan pûç bikin û nehêlin ziyan bigihe bi xelkê Herêma Kurdistanê û mêvanên wê.

Di beşeke din a peyama xwe de Barzanî dide zanîn ku Asayiş û Dije-Terorê heta niha jî li gora şiyanên xwe Herêma Kurdistan û hemwelatiyên wê parastine û di dema pêş de jî dê li ser erk û karê xwe yê cidî berdewam bin bo dabînkirina aramî û asayişê li Herêma Kurdistanê.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî herwiha tekez kir dê li gorî yasayan miamele li gel girtiyan û hevkarên wan were kirin.