NATO: Bila Îran aloziyan kûrtir neke

dibêje lazime keştiyên girtî werin azadkirin

Piştî girtina keştiyên petrolê yên Brîtanî ji aliyê Îranê ve li girava Hormuzê, îro NATO peyameke pêşkêşî Îranê kir.

NATO di peyama xwe de yaku bo Îranê şandiye, daxwaz ji Îranê kiriye daku bilez keştiyên Brîtanî azad bike û careke din ti gaveke wisa li deverê navêje, kêşe û aloziyên heyî kûrtir neke.

Weke tê zanîn beriya du rojan Îran du keştiyên Brîtanî binçav kiribû û Brîtanya jî daxwaz kiribû ku keştiyên han werin berdan beruvajî vê Brîtanya bersifeke gelek dijwar bide Îranê.