Xwepîşandanên li Îraqê dest pê kirin

dibijên heta daxwazên me neyên cîhbicîhkirin vê xwepîşandan bidomin
کوردستان TV
100%

Duhê piştî nimêja înê li Başûr û naverasta Îraqê xwepîşandanên berfire hatin organîzekirin.

Di xwepîşandanên han de yaku li gelek bajaran weke Necef, Besre, Mûsil, Enbar, Bexda, Wasêt, Dîwaniye û Zîqar hatibûn organîzekirin, xwepîşander daxwaza xizmetgozariyan, dabîn kirina derfetên karî û baştir kirina rewşa jiyana xwe dikin.

Li gor çapemeniya Îraqê xwepîşander daxwaza sepandina dadweriyê di dezgehên hikûmet û yeksaniyê dikin û herwiha gefa vê yekê jî kirine ku heta daxwazên wan neyên cîhbicîhkirin vê xwepîşandanên wan bidomînin.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.