Mark Esper bû wezîrê berevanî ya Amerîkayê

beriya niha bi wekalet ew wezaret birêve dibir

Îro koşka spî belav kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump bi fermî Mark Esper yê ku mehek beriya niha bi wekalet bo postê wezîrê berevanî hatibû diyarkirin, kiriye wezîrê berevanî yê Amerîkayê.

Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku piştî diyar kirina vî weke wezîrê berevanî hatiye diyarkirin, dev ji pîwerdariya xwe ya li wezareta berevanî yaku bi wekalet cîhbicîh dikir, berdaye û di wan rojan de weke wezîrê berevanî bi fermî destpê dike.