Serokwezîrê Kurdistanê li gel Serokkomarê Îraqê civiya

Serokwezîrê Kurdistanê li gel aliyên Îraqî dicive

Îro şandeke hikûmeta Kurdistanê bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî serdana Bexdayê kir û li Bexdayê ji aliyê rayedarên Îraqê ve hate pêşwazîkirin.

Pişt re şanda Kurdistanê serdana koşka Serokkomariya Îraqê kir û ji aliyê Serokkomar Berhem Salih ve hate pêşwazîkirin.

Vê di civînê de giftûgo li ser çawetiya çareser kirina kêşeyên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de were kirin.

Tê payîn ku şanda Kurdistanê li gel Serokwezîr û Serokê parlementoya Îraqê jî bicive.

Duhê civata wezîran ya Kurdistanê biryar dabû daku şanda Kurdistanî îro serdana Bexdayê bike.