Mesrûr Barzanî û Adil Ebdulmehdî civiyan

civîna han hîn jî didome

Di çarçoveya serdana xwe ya bo Bexdayê de, Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî û şanda Kurdistanê, piştî civîna xwe ya li gel Serokkomarê Îraqê li gel Serokwezîrê Îraqê Adil Ebdlmehdî jî civiya.

Di civînê de vê her du alî behsa çareser kirina kêşeyên helwastî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bikin.

Tê payîn piştî civîna li gel Serokwezîr, şanda Kurdistanî li gel Serokê parlementoya Îraqê jî bicive.