Serokê Herêmê pêşengeha Rwange Fors vekir

pêşengeh li Hewlêrê hate vekirin

Îro li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşengeha Rwange Fors ya bo dîtina derfetên kar kirinê bo ciwanan vekir.

Ev pêşengeh ji aliyê dezgeha Rwange ve hatiye organîzekirin û têde hijmareke zêde kompanî, xudan kar û kargeh beşdarin û pêdiviyên xwe yên bi hêza kar kirinê di warê curbicur de pêşkêş dikin û kesên ku dixwazên kar bikin dikarin di pêşengeha han de derfeteke karî bo xwe bibînin.