Zêdetir ji 7 hezar kes li Mûsilê girtîne

gelek ji wan bê tawanin
کوردستان TV
100%

Li gor jêderên ji deverê li bajarê Mûsilê hijmareke gelek zêde welatî li girtîgehan dene.

Jêder behsa vê yekê dikin zêdetir ji 7 hezar welatî yên ku piraniya wan erebên sune, Mesîhî, Kurd û Êzidî ne li girtîgeha Badoşê ji aliyê hêzên ewlekarî yên Îraqê ve bêyî biryara dadwer û dadgehê girtîne.

Ji aliyeke dinve çalakvanên mafên mirovan jî behsa vê yekê dikin ku li girtîgeha Badoşê nizîkatiyên hêzên ewlekarî yên li hember girtiyan gelek şaşin, eşkence li wan dikin, av û xwarin nadin wan.

Herwiha hatiye zanîn ku beşeke gelek zêde ji wan girtiyan heta niha ji wan re jî nehatiye gotin ka gelo jiber çî hatine girtin.

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.