Li Îraqê dîsa xwepêşandanên girseyî destpê dikin
14/7/2019 - 11:41
Ji ber nûbûna xizmetguzariyan, gendelî û bêkariyê biryare roja îna dahatû li seranserê Iraqê ji nû ve xwepêşandanên protestoyî dest pê bikin.
Li gorî daxuyaniya kordînatorê xwepêşandanan Xelîl Nacî dê xwepêşandan li 14 parêzgahên Iraqê roja înê hevdem destpê bikin û bi awayekî girseyî û aştiyane bin.
Weke tê zanîn sala par jî li Besre û hin bajarên din yên Îraqê xwepêşandan hatibûn kirin û di encama pevçûnan de hijmarek welatî hatibûn kuştin.
- Log in to post comments