Li Kuwaitê operasiyoneke mezin hate lidar xistin

ji misirê reviya bûn Kuwaitê

Li gor jêderên nûçeyan li Kuwaitê li dijî koma Exman Elmusilêmîn operasiyoneke mezin hatiye lidarxistin.

Jêdernê nûçeyan behsa vê yekê kirine ku di encama operasiyona han de bi dehan endam û alîgirên Exwan Elmusilêmîn hatine binçavkirin.

Jêder behsa vê yekê dikin ku kesên li Kuwaitê hatine girtin ew kesin ku li Misirê hatine darizandin û cezaya girtîgehê ji wan re hatiye derkirin lêbelê reviyane û çûne Kuwaitê.

Weke tê zanîn li Misirê û hin welatên Erebî Exwan Elmusilêmîn weke tevgereke terorîstî hatine nasandin.