Îran daxwazek pêşkêşî Brîtanyayê dike

dibêje bi fermana Amerîkayê keştiya me hatiye rawestandin

Peyvdarê wezareta derve ya Îranê Ebas Mûsewî di presskonferansekê de diyar kir ku li gor zaniyariyên ku ji aliyê wezareta derve ya Îspanyayê hatine bidestxistin, Amerîka daxwaz ji Brîtanyayê kiriye daku keştiyeke Îranî yaku dixwest petrola Îranê bibe Sûriyeyê li Cebel Tariqê rawestîne.

Mûsewî herwiha eşkere kir ku lazime bilez Brîtanya ev keştiya han azad bike jiber ku ti hinceteke qanûnî ya Brîtanyayê bo rawestandina ev keştiya han tuneye.

Mûsewî got: Azad kirina keştiya han vê fêde bigehîne tevahiya aliyan.

Ji aliyeke din ve duhê polîsê Cebel Tariqê ragihandibû ku tevahiya karmendên nava keştiyê hatine azadkirin.