Amerîka: Iraqê nekariye jiyana Xirîstiyanan biparêze

dibêje Îraq nikariye berevanî ji welatiyên Mesîhî bike

Wezîrê derve yê Amerîkayê ragehand: Hikûmeta Iraqê nekarîye jîyana Xirîstiyanan ji dest DIŞIê biparêze û hejmara wan li Iraqê gelek kêmbûne û li hinek deveran ber bi nemanê ve diçin.

Wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragehand: Hejmara Xirîstiyanan li Iraqê gelek kêm bûye û li hinek deveran ber bi jinavçûnê ve diçin, nemaze jî li wan deverên ku DIŞI têde bûn.

Pompeo got: Berî sala 2003ê milyonek û pênsed hezar Xirîstiyan li Iraqê dijîyan , lê niha hejmara wan nagehe 250 hezar kesan. Hikumeta Iraqê nekariye jîyana Xirîstiyanan ji dest DIŞIê biparêze, belê Washingtonê hewil daye neku tenê li Iraqê, Xirîstiyan li her cihekê bin, jîyana wan biparêze.