Encamên hilbijartinên Yûnanê eşkere bûn

hilbijartin duhê hatibû kirin

Li gor encamên destpêkê yên hilbijartinên giştî yên pêşwext yên Yûnanê, partiya Alekses Çepras nikariye serkeftinê bidest bîne.

Li gor çapemeniya Yûnanê di hilbijartinan de partiya demokrasiya nû kariye zêdetir ji sedî 39.8 dengan bidest bîne.

Herwiha berbijêrê Serokwezîriya Yûnanê Kiryakos Miçotakis ku berbijêrê partiya demokrasiya nû ye piraniya dengan bidest aniye û bûye Serokwezîrê nû yê Yûnanistanê.