Amerîka bo cara yekem F22 li Qaterê bicîh kir

ev cara yekeme ev balefir tên bicîhkirin

Li gor daxuyaniyeke Fermandariya giştî ya hêzên navendî yên Amerîkayê (CENTCOM), bo cara yekem balefirên şer yên F22 li Qeterê hatine bicîh kirin.

Di daxuyaniya han de hatiye nivîsandin ku ev balefirên han ji cureya F22 ya Raptorin.

Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku armanc ji bicîh kirina wan balefiran berevanî kirin ji hêz û berejwendiyên Amerîkayê yên li deverê û herwiha hevpeymanên Amerîkayê yên li deverê ye.