Tirkiye: Em ji dorpêçên Amerîkayê natirsin

dibêje emê dev ji S400an ber nadin

Wezîrê derve yê Tirkiyeyê Mewlûd Çawişoglû ragihand ku ji toleyên Amerîkî yên ser biryara wan ya bo kirîna sîstema berevanî ya Rûsî a S400 natirsin.

Çawişoglû got ku çi bibe bila bibe û çi tole deynin, me S-400 kirîne û bi ti awayî dev ji sîstema han bernadin.

Wî da zanîn ku ew niha ser dema teslîmgirtina sîstemê dixebitin ku Serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan gotibû ku ewê di nîva yekê ya Tîrmehê de mûşekan wergirin.

Amerîka dijî kirîna Tirkiyê ya mûşekên S-400 ya Rûsî ye, bi sedema ku ew system jibo firokên F-35 xeter e.