Cenazeyê Efrîniyê revandî, piştî 40 rojan hate dîtin

beriya niha ji aliyê cîhadiyên Tirkiyeyê ve hatibû revandin

cenazeyê Efrîniyê bi navê Şerefdîn Sîdo, 40 roj piştî revandina wî, li nava baxçeyên gundê Qestel Cindo hate dîtin.

Dîdevanan ragihand ku nîşaneyên lêdan, şewat û êşkencê li ser term wî diyar bûn, û guman heye ku ew ji mêjve hatibe kuştin.

Sîdo yê 60 salî ye, ji devera Cindirês ya Efrînê ye û ew di 13'ê meha Gulanê de dema ligel kurê xwe Mihemedê 9 salî û merivê xwe Reşîd Xelîl diçûn bajarê Ezazê, ji alîyê komeke çekdar ve hatibûn revandin.

Çekdaran di 18'ê Gulanê de wêne û dîmenên êşkencekirina kesên revandî ji malbatên wan re şandibûn û 100 hezar dolar pere weke fîdiye xwestibûn.