Mesrûr Barzanî li gel şandeke partiyên Brîtanî civiya

vê lêkolîn li ser çawetiya hevkarî kirina penaberan bike

Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê û berbijêrê pîwerdarkirî bo ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke Brîtanî yaku ji nunerên tevahiya firaksiyonên aliyên siyasî yên di nava parlementoya Brîtanyayê de pêk hatibû civiya.

Di civînê de ku berpirsê grûpa Kurdistanê ya di parlementoya Brîtanyayê de Gary Kent jî têde beşdar bû Mesrûr Barzanî spasiya grûpa han kir ku hevkarî û piştgîriya Kurdistanê kiriye.

Mesrûr Barzanî herwiha behsa  pêngavên ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê kir.

Di berdewamiya civîna han de behsa hijmara zêde ya penaberan li Kurdistanê hete kirin û tekez li ser vê yekê hate kirin ku lazime civaka cîhanî hewldanên xwe bo pêşkêş kirina hevkariyên zêdetir bitevger bike.

Di berdewamiya civîna han de şanda mêwan diyar kir ku vê têkiliyên navbera Kurdistan û Brîtanyayê berdewam bin û werin bihêztirkirin.

Şanda mêwan herwiha behsa armanca serdana xwe bo Kurdistanê kir û diyar kir ku ji aliyek hana hêlbirênerên Brîtanî didin daku li Kurdistanê kar bikin û ji aliyeke din ve jî dixwaze lêkolîn li ser çawetiya hevkarî kirina aware û penaberan bike.

Di dawiya civîna han de şanda mêwan hêviya serkeftinên bo Mesrûr Barzanî xwest û amade bûna xwe jî bo piştgîrî kirina her cure hevkariyek bo kabîneya nû diyar kir.