Balefirên Tirkiyeyê derdora Şeranişê topbaran kirin

topbaran bi qasî seatek dom kiriye

Îro danê sibê balefirên artêşa Tirkiyeyê bi hinceta hebûna endamên PKKê, li deverê, çend navçeyên ser bi devera Şeranişê ya ser bi Zaxoyê bordiman kirin.

Li gor zaniyariyan balefirên Tirkiyeyê çiyayê Xamtir ya ser bi nahiyeya Derkarê bi tundî bordiman kirine.

Heta niha derbarê zirar û ziyanên bordimanê de ti zaniyarî nehatine bidestxistin.