DIŞI gef li Heşda Şebî dike

dibêje teqînên Xaneqînê karê Heşda şebiye

Terorîstên DIŞIê duhê êwarê daxuyaniyek li ser navê bale Xaneqînê ya DIŞIê weşandine.

Li gor daxuyaniya han, terorîstên DIŞIê gef li çekdarên heşda şebî û çekdarên din yên Îraqî yên ser bi Îranê kirine.

Di daxuyaniya han de yaku ji aliyê ketîbeyên Ibin Kesman ya DIŞIê ve hatiye weşandine, hatiye eşkere kirin ku lazime êrîşî ser çekdarên heşda şebî, çekdar û aliyên ser bi Îranê li deverê de were kirin.

DIŞI di daxuyaniyê de behsa vê yekê kiriye ku êrîşên vê dawî yên li Xaneqîn û derdorê ku xelkê medenî kirine armanc, ji aliyê çekdarên heşda şebî ve pêk hatine.