Nêçîrvan Barzanî: Bi berfireyî me behsa têkiliyên du alî kir

behsa civîna xwe ya li gel Erdogan dike

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê serdana xwe ya bo Tirkiyeyê ragihand ku piştî hilbijartina min weke Serokê herêmê ew yekem serdana min ya bo derveya welat bû.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî herwiha eşkere kiriye ku gelek kêfxweşe ku li gel Serokkomarê Tirkiyeyê civiyaye.

Nêçîrvan Barzanî behsa vê yekê kir ku di civînê de bi awayekî berfire behsa têkiliyên navbera Tirkiye û Kurdistanê û çawetiya bihêztir û berfiretir kirina têkiliyên han hatiye kirin.

Barzanî eşkere kir ku ev serdan gelek girîng bû û hêvî dikim ku serdemeke nû di têkiliyên navbera Tirkiye, Kurdistan û Îraqê de destpê bike.

Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de anî ziman ku vê serdana Serokkomarê Tirkiyeyê bo Îraqê gelek girîng be.