Amerîka 400 karmendên xwe ji Îraqê vedikêşe

ev niha li navenda Beled dene

Jêderekî siyasî diyar kiriye ku jiber gefên li ser welatiyên Amerîkî yên li Îraqê Amerîka biryar daye daku 400 welatiyên xwe yên ku karmendên du kompaniyên ewlekarî yên Amerîkî ne, ji Îraqê vekêşe.

Jêderê han ji ajansa nûçeyan ya Reutersê re diyar kiriye ku ev 400 welatiyên Amerîkî karmendên du kompaniyên ewlekarîne û niha li navenda leşkerî ya Beled nîştecîh ne û hefteya derbasbûyî du car hêzên nenas êrîşî ser vê navendê kiribûn.