Mesrûr Barzanî: Her cure hevkariyek pêşkêşî vê tîmê dikin

behsa prosesa darizandina terorîstên DIŞIê kirin
کوردستان TV
100%

Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê û berbirêjê pîwerdarkirî yê bo ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazaiya şendeke Netewên Yekgirtî bi Serokatiya Alîkar û Şêwirmendê Sekreterê NY yê bo lêkolîn kirina tawanên DIŞIê Kerîm Esed Ehmed Xan kir.

Di civînê de Mesrûr Barzanî rêzdariya xwe ya li hember biryara NY ya taybet bi lêkolîn kirin li ser tawanên DIŞIê û pêngavên heyî yên bo prosesa darizandin û ceza kirina tawanbarên DIŞIê diyar kir û ragihand ku tevahiya dezgehên herêma Kurdistanê bo cîhbicîh kirina zagonên darizandina DIŞIê piştîwan dibin bi taybetî darizandina wan tawanarên ku derheq Kurdên Êzidî tawan kirine.

Mesrûr Barzanî herwiha behsa vê yekê kir ku Kurdistan her cure hevkarî û piştgîriyek bo dadgeh kirina wan tawanbaran di dadgeheke navnetewî de dike.

Ji aliyê xwe ve şanda NY ya bo lêkolîn kirina tawanên DIŞI, bi awayekî kurt behsa pîwerdarî û erkên xwe kir û anî ziman ku ev tawanên ku ji aliyê DIŞIê ve li Îraq û Kurdistanê hatine kirin dikevin çarçoveya komkujiyan.

Şanda mêwan diyar kir ku armanc ji vê lêkolîna han cuda kirina tawanbaran û afirandina derfetê ye bo aştiya nîştimanî.

 

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.