Trump: Mimkune em êrîşî ser hin navendên Îranê bikin

dibêje em navendên etomî yên Îranê bordiman dikin

Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku mimkune bêyî destûra Kongrêsa Amerîkayê, êrîşî ser Îranê bikin.

Trump diyar kir ku em hewl didin êrîşî ser wan navendên etomî yên Îranê bikin yên ku Îran dixwaze di nava wan de çekên etomî çê bike.

Ji aliyeke din ve jî wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pempeo diyar kiriye ku vê zextên Amerîkayê yên li dijî Îranê zêdetir werin kirin û bidomin.

Weke tê zanîn Serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî diyar kiribû ku vê dest bi zengîn kirina Oraniyuma xwe bikin.