Amerîka hêzeke din dişîne Kendavê
18/6/2019 - 10:35
Li gor çapemeniya Amerîkayê wekîlê wezareta berevanî ya Amerîkayê Patrick Shanahan diyar kiriye ku bersifa daxwaza Fermandariya navendî ya hêzên Amerîkî a bo şandina hêzeke din bo Kendavê daye û ew daxwaz han pejrandiye.
Patrick Şhanahan herwiha eşkere kiriye ku vê bi mebesta parastina hêzên Amerîkî yên li deverê li dijî metirsî û êrîşan, vê 1000 leşkerên din bişînin Kendavê.
Şhanahan diyar kiriye ku rewşa deverê aloztir bûye lewre pêdiviya me bi şandina hêzê bo deverê heye.
- Log in to post comments