Serok Barzanî pêşwaziya alîkarê Şêwirmendê Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî kir

prosesa darizandina tawanbaran destpê dike

Îro li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya alîkar û Şêwirmendê Taybetî yê Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî yê ji bo lêkolîn kirina tawanên DIŞIê Kerîm Esed Ehmedxan û şanda pê re kir.

Di hevdîtinê de şanda NY pesnê rola Serok Barzanî ya li rûbirûbûna terorîstên DIŞIê da kir û pêzanînên xwe ji bo qehremanî û qurbanîdana hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li têkşikandina terorîstên DIŞIê de hebû.

Herwiha Serok Barzanî li erk û karê xwe agahdar kir ku ji aliyê NYve ji bo lêkolîn  kirin li ser tawanên DIŞIê pê hatiye raspardin û ragihand ku proseya dadgehkirina wan endamên DIŞIê ku destên wan di tawanan da hebûye destpê dike.

 Şanda mêwan hevdem li gel eşkere kirina têkçûna DIŞIê ya di warê leşkerî de behsa vê yekê jî kir ku ku ew tawanên li Iraq û Kurdistanê ji aliyê DIŞIê ve hatine kirin dikevin çarçêweya jenosaydê.

Şanda mêwan anî ziman ku hewla NY ji bo dadgeh kirina tawanbarên DIŞIê bi navê cûdakirina tawanbaran û rexsandina bingeha aştevayî niştîmaniye. Daxwaz jî kir ku aliyên peywendîdarên li Herêma Kurdistan û Iraqê hevkarê tîma rêxistina Neteweyên Yekgirtî bin. Her wiha ragihand ku li vê erkê da pêwîstî berdewamiya şîret û rênîşandana Serok Barzanî heye.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî ji bilî pêzanîna wê biryara rêxistina Neteweyên Yekgirtî, bi erkekî pîroz da zanîn û piştevaniya xwe ya tevahî ya bi navê dadgeh kirin û sizadana tawanbarên DIŞIê ji bo vê pêngavê ragihand.

Her di vê civînê de Serok Barzanî hêmaya qurbanîdana gelê Kurdistan û Pêşmerge da li şerê terorîstan da û tekez li wê yekê kir ku ji bilî wan hemû êşên li ser gelê Kurdistanê da hatine, gelê Kurdistanê bi navê vekirina rûpelekî nû û aştevayî da tu demekî dest ji bo tolhildanê nebiriye. Li dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî ronahî xiste ser gefên DIŞI û ragihand ku raste DIŞI di warê leşkerî de hatiye têkbirin lê belê gefên DIŞIê hîn jî berdewamin û ew gef tevahiya cîhanê kiriye armanc. Serok Barzanî eve jî bi şanda mîhvan ragihand ku armanca terorê dirustkirina nakokî û dijayetiya di navbera olane û eve jî babetekî metirsîdare. ji bo wê yekê rûbirûbûna wê metirsiyê hewl û hemahengiya hemû aliyên navdewletî pêwîste.