Mesrûr Barzanî û Jeneral Patrick Roberson behsa çend mijaran kir

behsa çareseriya siyasî ya qirîza Sûriyeyê jî kirin

Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê û berbijêrê pîwerdarkirî bo ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Fermandarê giştî yê tîmê hevbeş ya operasiyonên taybetî li Îraq û Sûriyeyê Jeneral Patrick Roberson û şandeke pê re kir.

Di destpêka civîna han de Jeneral Patrick Roberson diyar kir ku armanc ji vê serdana han xatir xwestin ji rayedarên Kurdistanê ye jiber ku dema pîwerdariya vî li deverê bi dawî hatiye.

Di civînê de Mesrûr Barzanî û Patrick Roberson behsa rewşa deverê bi giştî, hemahengiya navbera hêzên Kurdistan û hevpeymaniya cîhanî kir.

Di berdewamiya civîna han de Roberson spasiya herêma Kurdistanê kir bo hemahengiyên heta niha li gel wan kiriye û Cîgirê xwe yê nû yê ku erkê Fermandariyê bimeşîne, bi navê Erik Heels bi Mesrûr Barzanî da nasandin û hêvî xwest hemahengiya heyî berdewam be.

Di beşeke din ya vê civînê de behsa lêv û tegerên DIŞIê hate kirin û her du alî balkêşandine ser vê yekê ku hîn jî DIŞI li Îraq û Sûriyeyê maye û gefe.

Di civînê de Mesrûr Barzanî jî hêviya serkeftinê di pîwerdariya nû de jbo her du aliyan xwest û tekezî li ser girîngiya domandina hemahengiya navbera hêzên Kurdistan û hevpeymanan kir û anî ziman ku ew yek faktereke bo parastina destkeftan û vegerandina aramî û kêm kirina lêv û tevgerên terorîstên DIŞIê li deverê de bilêv kir.

Nirxandina dom kirina şerê Sûriyeyê û çarseriya siyasî ya rewşa Sûriyeyê mijarên din yên vê civînê bûn.