Yûnan: Em daxwaza dorpêçan li ser Tirkiyeyê dikin

dibêje karê Tirkiyeyê derqanûniye
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Yûnanistanê Aleksis Çipras derbarê qirîza navbera Tirkiye û Yûnanê ya li dor rojhilatê Behra Spî ragihand ku Yûnan li ser vê mijarê daxwazek pêşkêşî Tekîtiya Ewrûpayê kiriye.

Aleksis Çepras diyar kir ku lêgerîna Tirkiyeyê bo petrol û gazê li deverê kareke derqanûniye û çand caran daxwaz ji Tirkiyeyê hatiye kirin daku hewldanên xwe yên li deverê rawestîne.

Çepras herwiha eşkere kir ku Tirkiye berdewame li ser hewldanên xwe yên derqanûnî lewre Yûnanistan daxwaz ji YEê kiriye daku li ser vê babetê dorpêç li ser Tirkiyeyê deyne.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.