Netanyahû temelê ‘Niştîngeha Trump a Golanê’ rijand

Trump bi biryareke Serokatî serweriya Îsraîlê nas kiribû

 Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump serweriya Îsraîlê li Girên Golanê yên sînorê Sûriyê nas kir, temelê yekem niştîngehê rijand. Netanyahû li merasîma rêjtina temelê niştîngeha ku navê Trump lê hatiye danîn axivî.

 Netanyahû wiha got: “Heke di nav 10 salên dawî de em ne li vir bûna em hemû dizanin bê çi dibû. Emê li dijî Îranê û baskên wekî Hizbûllahê xebatên xwe bidomînin.”

Serokê Amerîkayê Donald Trump 25ê Adarê serweriya Îsraîlê ya bo Girên Golanê lnas kiribû û biryara naskirinê îmze kiribû.

PeyamaKurd