Biryara girtina parêzgarê sepandî yê Kerkûkê hate dayîn

jiber dizî û gendeliyê vê were girtin

Jêderek ji dadgeha Kerkûkê îro yekşem diyar kir ku bi hinceta dizî û gendeliyê, dadgeha Kerkûkê biryara girtinê bo parêzgarê sepandî yê Kerkûkê Rakan Cibûrî der kiriye.

Ev jêderê han diyar kir ku piştî derkirina biryara girtin, Rakan Cibûrî vegeriyaye Bexdayê.