Almanya berdewam dibe li ser piştgîrî kirina Kurdistanê

dibêje almanya berdewam dibe li ser piştgîrî kirina Kurdistanê

Wezîrê derve yê Almanyayê Haiko Maas nameyek pêşkêşî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kiriye.

Haiko Maas di nameya xwe de jiber hilbijartina vî bo postê Serokatiya Kurdistanê pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Nêçîrvan Barzanî kiriye û hêviya serkeftinê jê re xwestiye.

Maas di beşeke din ji nameya xwe de diyar kiriye ku hilbijartin û ava kirina hikûmetê du mercên girîngin bo bihêztir kirina diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê.

Maas herwiha diyar kiriye ku Almanya weke hevkar û piştîvanê bihêz yê Îraq û Kurdistanê dimîne û hevkariyên xwe yên bo Kurdistanê didomîne.