Aloziyên li Yemenê dîsa gur dibin

şerê navbera wan dîsa destpê dike

Piştî koalîsyona bi pêşengiya Erebistana Siûdî êrîş bir ser Sana ya paytexta Yemenê, Husiyan jî êrîş bir ser firîngeheke Erebistana Siûdî.

Husiyên ku ji aliyê Îran ve tên piştgîrîkirin, bi firokê bêmirov dijî firîngeha li herêma Abha ya Erebistana Siûdî êrîş li dar xistin.

Li gor nûçeyeke voayê du roj piştî êrîşê, Husiyan ji kanala xwe berpirsîya êrîşê girtin ser xwe.

Erebistana Siûdî piştî vê êrîşê diyar kir ku ewê bersîvê bidin û dûrê da zanîn ku li Sana êrîş biriye ser herêmeke Husiyan.

Siûdiyan da zanîn ku wan dijî navendên terorê êrîş li dar xistine û ser êrîşê wekî din ti hûrgilî nedan.

Amerîka dide zanîn ku girjiya li Yemenê, Îran gur dike lê Tehran van îdiayan red dike.