Mesrûr Barzanî: Kurdistan weke hertim dixwaze kêşe bi diyalogê werin çareserkirin

dibêje lazime kêşeyên heyî bi diyalogê werin çareserkirin

Îro berbijêrê pîwerdarkirî yê bo Serokwezîriya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Cîgirê wezîrê devlet li wezareta hevkariyên abûrî û geşe pêdana Almanyayê Martin Jäger û şandeke pê re kir.

Di civînê de ku balyozê Almanya yê li Bexda û konsulusê vê welatî yê li Hewlêrê jî têde beşdar bûn, behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Almanyayê û pêşhatên dawî yên li deverê hate kirin.

Di berdewamiya civîna han de Mesrûr Barzanî hevdem li gel bilind nirxandina rola Almanya ya bo piştgîrî û hevkarî kirina Kurdistanê, tekezî li ser aramî, ewlekarî û bihevre jiyana aştiyane ya di navbera gelan û çareser kirina kêşeyên heyî yên li deverê bi rêya diyalogê kir.

Mesrûr Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de ragihand ku Kurdistan weke hertim dixwaze di çarçoveya destûra Îraqê de diyalogeke avaker kêşeyên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de werin çareserkirin jiber ku ev yek dibe sedema aştî û aramiya zêdetir.

Di beşeke din ya civîna han de şanda mêwan jiber pîwerdar kirina vî ya bo ava kirina kabîneya nû ya hiûmeta Kurdistanê pîrozbayî pêşkêşî Mesrûr Barzanî kir û hêviya serkeftinê di pîwerdariya nû de jê re xwest.

Şanda Almanî amade bûna welatê xwe bo hevkarî kirin û bihêztir kirina têkiliyên xwe yên di tewahiya waran de li gel Kurdistanê diyar kir û tekez li ser vê yekê kir ku Almanya piştgîriya Kurdistaneke bihêz dike.

Di dawiya civînê de behsa kêşeyên aware, penaber û awedan kirina wan deveran ku jiber şerê terorîstên DIŞIê zirar dîtine hatine giftûgokirin.