Mesrûr Barzanî û balyozê nû yê Amerîkayê behsa çend mijaran kir

dibêje Kurdistan dixwaze bi diyalog û di çarçoveya destûrê de kêşeyên heyî werin çareserkirin

Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê û berbijêrê pîwerdar kirî yê bo ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê nû yê Amerîkayê yê li Îraqê Matteo Tolar û şanda pê re kir.

Di civînê de ku Konsulusê giştî yê Amerîkayê yê li Hewlêrê jî têde beşdarbû behsa têkiliyên navbera Amerîka û Kurdistanê û pêşhatên dawî yên li deverê hate kirin.

Mesrûr Barzanî hevdem li gel pêşkêş kirina pîrozbayiyên xwe bo balyozê nû yê Amerîkayê jiber destbikar kirina vî weke balyozê Amerîkayê, hêviya serkeftinê jî jê re xwest û ragihand ku Kurdistan weke her tim li ser esasê berejwendiyên hevbeş, aramî, aştî û bihevre jiyana aştiyane ya di navbera gelan de bo çareser kirina kêşeyên heyî yên li deverê baweriya xwe bi rêbazên aştiyane û diyalogê heye.

Di berdewamiya civîna han de giftûgo li ser prosesa ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê jî hate kirin û di vê derbarê de Mesrûr Barzanî ragihand ku pêngavên pêwîst bo ava kirina kabîneyê destpê kirine û di dema diyar kirî de vê kabîneya nû pêşkêşî parlementoyê were kirin.

Di beşeke din ya vê civînê de balyozê Amerîkayê jî pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Mesrûr Barzanî kirin û hêviya serkeftinê di birêvebirina kabîneya nû de ji Mesrûr Barzanî re xwest.

Balyozê Amerîkayê herwiha amadebûna welatê xwe bo bihêztir kirina têkiliyên xwe  yên li gel Kurdistanê di tevahiya waran de diyar kir.