Li Baneyê Kolberekî din hate kuştin

rejîma Îranê bi awayekî Rojane kolberan dikuje

Êrîşên rejîm û çekdarên ser bi rejîma Îranê yên bo ser kolber û kasibkarên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê didomin.

Li gor jêderên taybetî, şeva pêncşemê, li devereke nêzî bajarê Bane ya li Rojhilatê Kurdistanê, çekdarên ser bi rejîmê êrîşî ser hijmarek ji kolberan kiriye û di encama êrîşa han de kolberekî Kurd yê bi navê Muhemed Husênzande hatiye kuştin.

Weke tê zanîn kuştina kolberên Kurd bûye karê rojane yê çekdarên ser bi rejîma Îranê.