Pompeo û Ebdulmehdî behsa aloziyên navbera Îran û Amerîkayê dikin

behsa aloziyên navbera Amerîka û Îranê kirine

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo û Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî duh Înê di pêwendiyeke telefonî de, derbarê aloziyên navbera Îran û Amerîkayê de gotûbêj kirin.

Li gor daxuyaniya Ofîsa Serokwezîrê Iraqê, “Mike Pompeo peywendî bi Adil Ebdulmehdî kiriye û di vê peywnediyê de gotûbêj li ser xurtkirina têkiliyên navbera herdu welatan hate kirin û herdu aliyan derbarê pêşhatên navçeyê û aloziyên navbera Amerîka û Îranê de nêrînên xwe anîne ziman.”