Eyad Elawî: Teror dîsa li Îraqê serî hildide

dibêje sedemên serhildana terorê her wek xwe name

Serokê hevpeymaniya nîştimanî ya Îraqê Eyad Elawî li ser pêgeha xwe ya li twitterê peyamek belav kiriye û behsa metirsiya dubare serî hildana terorê li Îraqê dike.

Elawî nivîsandiye ku mixabin heta niha sedemên serî hildana terorê li Îraqê her wek xwe mane û nehatine çareserkirin jiber vê yekê metirsiya vê yekê heye ku dîsa li Îraqê teror dubare serî hilbide.

Elawî nivîsandiye lazime proseseke nû ya siyasî ku tê de tevahiya pêkhateyên beşdar bin were destpê kirin û lazime Îraqê xwe bo rûbirû şerê dijî terorê amade bike.