Fermandarên leşkerî yên Îranî serdana Rojhilatê Kurdistanê dikin

leşker û topxaneyên Îranî li wan deveran hatine bicîhkirin

Li gor jêderên taybetî ji Rojhilatê Kurdistanê, piştî şandina hêzên leşkerî û topxaneyan bo Rojhilatê Kurdistanê û bicîh kirina wan li cîhên steratejîk, vê carê Fermandarên leşkerî yên Îranê bi mebesta ji nêz ve agehdar bûn ji rewşa wan hêzan serdana deverê kirine.

Jêder behsa vê yekê kirin ku fermandarên hêzên bejayî yên Îranê duhê serdana çiyayên Şaho û Kosalanê yên li Hewramanê kirine.

Fermandarên hêzên bejayî yên Îranê bi Serokatiya Cîgirê Fermandarê spaha pasdaran ev serdan pêk anîne û çawetiya bicîh kirina leşker û topxaneyên Îranî şopandine.