dezgeha xêrxwaziya Barzanî hevkariya koçberên Rohingya dike

navendeke tendirostî ava dike

di çarçoveya çalakiyên xwe yên însanî de, dezgeha xêrxwaziya Barzanî (DXB) şandeke xwe şandine Bengladesh daku li ser rewşa penaberên Rohingya raportek amade bikin.

Li gor daxuyaniya DXB rewşa jiyana wan koçberan gelek aloze jiber vê yekê DXB biryar daye ku hevdem li gel gehandina hevkariyên curbicur bo wan penaberan, navendên tendirostî jî li kempên wan penaberan ava bike.