Şandeke Îraqî serdana Îran û Amerîkayê dike

dixwaze kêşeyên navbera wan çareser bike

Duhê Serokwezîrê Îraqê Adil Ebdulmehdî ragihand ku vê hikûmeta Îraqê şandeke xwe bişîne Îran û Amerîkayê.

Ebdulmehdî diyar kir ku armanca me hewldane bo çareser kirina kêşeyên heyî yên di navbera Îran û Amerîkayê de.

Ebdulmehdî eşkere kiriye ku ev şanda Îraqî vê li gel aliyên Îranî û Amerîkî bo çareser  kirina aloziyên heyî danûstandinan bike û hewl bide daku ev her du aliyan lihev nêz bike.