Emîrekî DIŞIê hate girtin

emîrê yekîneya havenan bûye

Li gor jêderên ewlekarî yên Îraqê duhê li bajarê Mûsilê hêzên leşkerî yên Îraqê karîne Emîrekî DIŞIê binçav bikin.

Di daxuyaniya hêzên leşkerî ya Îraqê de hatiye diyarkirin ku piştî wergirtina zaniyariyên pêwîst lidor hebûna Emîrekî DIŞIê li Mûsilê, hêzên wan operasiyonek lidar xistine û karîne Emîrê DIŞIê yê ku berpirsê yekîneya havenan ya DIŞIê ya li deşta Mûsilê bûye binçav bikin.

Navê Emîrê girtî Cîhad Însariye.