Itlaat Xwendekarekî Kurd girtiye

di nava mehekê de v cara duyeme ku tê girtin

Li gor jêderên taybetî ji Rojhilatê Kurdistanê, duhê li bajarê Merîwanê hêzên îtlaatê Xwendekarekî Kurd yê zanîngeha Peyamnûr ya Merîwanê binçav kirine.

Li gor jêderan Xwendekarê girtî navê xwe Kejwan Azadiyan e û çalakvanê jîngehparêziyê ye.

Hate zanîn ku beriya çend rojan îtlaat ev Xwendekarê Kurd careke din binçav kiribû lêbelê piştî çend rojan azad kiribû.