Balyozê nû yê Amerîkayê bo Îraqê hat diyar kirin

tê payîn di demeke nêz de dest bikar bike

Piştî ku Serokê Amerîkayayê Donald Trump kesek weke balyozê nû yê Amerîkayê yê li Îraqê bi navê Macio Teuailer destnîşan kir, kongres jî li ser vê mijarê biryar da.

Duhê kongresa Amerîkayê pêşniyara Trump pejrand û Macio Teuailer weke balyozê nû yê Amerîkayê yê li Îraqê qebûl kir.

Piştî ku kongres Teuailer qebûl kir, Teuailer di yekem daxuyaniya xwe de diyar kir ku lazime Amerîka bi her awayî berevanî ji destkeftiyên Îraqê li hember metirsiyên navxweyî û derekî bi taybetî gefên Îranê biparêze.