Spaha pasdaran agir bi daristanên Newsûdê berdaye

li çiyayên bilind jî çekên giran bicîh kiriye

Li gor jêderên taybetî ji Rojhilatê Kurdistanê, roja pêncşem, spaha pasdaran ya Îranê hêzeke xwe ya zêde şandine Newsûd û çiyayên derdorê Newsûdê.

Jêder behsa vê yekê kirine ku ev hêzên spahê, agir bi daristanên Newsûdê berdane û rê nadin şiwanan sewalên xwe li wan çiyayan biçerînin û jiber agira ku roja pêncçemê bi daristanên deverê ketiye, rûbereke gelek zêde ji daristanên devera Newsûdê ya li Hewramanê hatiye şewtandin.

Ji aliyeke din ve behsa vê yekê hatiye kirin ku spaha pasdaran hevdem li gel danîna kemînan li ser rêyên kolberan, li çiyayên bilind jî çekên giran bicîh dike û di vê çarçoveyê de hefteya derbasbûyî li çiyayê Casûsan ya li Serdeştê topxaneyên dûrhavêj hatine bicîhkirin.