Exxon Mobil ji Besrayê vekişiya

Îraq dibêje vekêşîn bandorê li ser berhem anîna petrolê nake

Kompaniya Exxon Mobil karmendên xwe ji kêlgeha Qurne 1 a li bajarê Besra yê Iraqê vekişand. Wezareta Petrolê ya Iraqê diyar dike ku vekişandina karmendên Exxon Mobil ji kêlgeha petrolê ya Qurne 1, bandor li ser berhemanîna petrolê nekiriye.

Berî niha Exxon Mobil ragihandibû "Em bi hûrgilî çavdêriya rewşa Iraqê dikin û li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî di peywendiyê de ne, daku li ser dahatûya karên xwe biryar bidin".